Elif Orhan
11 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2017
ANKARA
Serokdewletê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn wek vexwendiyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hat Enqereyê.
Balafira ku serokê ûris tê de bû du saet 19.02yan de li Balafirgeha Esenbogayê danî. Di heyeta ku pêşwaziya Pûtîn kir de Balyozê Enqereyê yê Rûsyayê Aleksey Yerhov jî cî girt.
Tê payîn ku di hevdîtinên ku dê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li Kuliyeya Serokomariyê bikin de digel têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê li set geşedanên dawîn ên der barê mijara Qudsê de û rewşa li Sûriyeyê, mijarên herêmî û navneteweyî de nêrînên xwe bi hev re parve bikin.
Erdogan û Pûtîn dê piştî şîva xebatê û hevdîtinên rû bi rû civîna çapemeniyê ya hevpar bikin.