05 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2017
PARÎS
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron der barê referanduma nemeşrû ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) da got: "Wek ku min berî û piştî referandumê jî gotibû em yekîtiya axa Iraqê û dewleteke xurt a Iraqê dixwazin."
Macron û Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî piştî hevdîtinê li Qesra Elyseeyê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.
Di civînê da ewilî protokolên ku têkiliyên di qada perwerdehî, hevkarî û lêkolînên zanistî yên di navbera Fransa û Iraqê da wê zêde bikin hatin îmzekirin.
Macron di axaftina xwe da destnîşan kir ku bi ezimandinê gelek kêfxweş bû û Îbadî digel rewşa welatê xwe ew neşikênand hat û ji ber vê jî jê ra spas kir.
Serokomarê Fransayê Macron ragihand ku di navbera herdu welatan da di gelek qadan da hevkarî hebû û ew têkilî û hevkarî hatin xurtkirin.
Di axaftina xwe da Macron bal kişand ser rewşa Iraq û Sûriyeyê û got: "Ji mijarên me bal kişand serê yek jî têkoşîna bi terorê re ye. Fransa di têkoşîna dijî terorê da heta dawiyê û bi qasî hewce dike wê piştgiriyê bide Iraqê. Ji bo îstiqrara Iraqê îstiqrara Sûriyeyê lazim e."
Macron referanduma nemeşrû ya HKI li dar xist jî nirxand û got: "Wek ku min berî û piştî referandumê jî gotibû em yekîtiya axa Iraqê û dewleteke xurt a Iraqê dixwazin. Di hefte û mehên pêş me da ji bo yekîtiya Iraqê divê hevdîtinek bê kirin û divê mafên hiqûqî yên gelê kurd di çarçoveya makezagonê da bên dayîn."
Serokwezîrê Iraqê Îbadî jî destnîşan kir ku têkoşîna li dijî DEAŞê tê dayîn wê dewam bikin û bal kişand ser piştgiriya Fransayê ji bo vê mijarê da wan.
Îbadî got ku digel referanduma nemeşrû ya HKIyê ji bo têkoşîna li hemberî DEAŞê têk neçe divê pêşmerge û hêzên Iraqê şerê xwe yê li hemberî DEAŞê bidomînin û wiha dewam kir: "Em qeleyên dawîn ên DEAŞê dixin bin kontrolê ji ber vê em naxwazin di navbera hêzên ewlehiyê yên Iraqê da şerê çekdarî derbikeve. Pergala federaliyê divê serdestiya xwe bidomîne. Tu kes nikare pergala federaliyê binpê bike."
Îbadî ji bo ku li welêt nîqaşên nû pêk neyên jî banga civakên navneteweyî kir û xwest bila li ser meseleyê bisekinin.