Abdullah Tel
05 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2017
DEYA ZOR/ANKARA
Li Sûriyeyê sivîlên bajarê Dêra Zora ku di bin dagirkeriya DEAŞa rêxistina terorê da ye ji ber operasyonên hêzên dixwazin wê derê hildin bin kontrola xwe zirarê dibînin.
Welatiyên li wê derê ji ber êrîşên hêzên dixwazin serdestiya bajêr hildin bin kontrola xwe mexdûr dibin. Lewra di êrîşa ji kîjan aliyî bê da yê herî zêde zirarê dibîne şêniyên sivîl ên Dêra Zorê ne. Welatiyên reben ji ber tirs û xofa canê xwe ji mecbûrî koç dikin û bi sedan sivîlên nikarin ji bajêr derbikevin jî di êrîş, şer û pevçûnan da tên kuştin.
Bi hezaran sivîlên li bajêr bûn ji ber bombebarandina DYA û Rûsyayê, operasyona hevdem a ku PKK/PYDya rêxistina terorê û rejima Esed dan destpêkirin, direvin.
Rejima Beşar Esed û PKK/PYDya rêxistina terorê li Dêra Zora ser sînorê Iraqê ye ji bo ku serdestiya DEAŞa rêxistina terorê pûç bikin ji hev cihê operasyonan birêva dibin.
Rejim ji piştgiriya hewayê ya Rûsyayê û PKK/PYD jî ji ya DYAyê îstifa dike. Herdu alî jî ji bo bajarê ku di qada vejenê da gelek dewlemend e bixin bin kontrola xwe hewl didin.
Di şer û pevçûnên ji bo bidestxistina bajêr tê dayîn da yê ku herî zêde mexdûr dibin jî sivîl in. Aktîvîstên li herêmê ne daxuyanî dan nûçegihanê AAyê û diyar kirin ku ji serê mehê heta niha di şer û pevçûnên zêde bû da heta niha ji 900î zêdetir kesî can da.
DEAŞ sivîlên dixwazin ji bajêr derbikevin li hemberî bombebarandina DYA û Rûsyayê wek mertal bi kar tîne.
Doxtor Enes Fetih ê Serokê meclisa herêmî ya Dêra Zora girêdayî hikûmeta berwext a ku muxalifan ava kiriye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Di êrîşên PYD, rejim, DYA û Rûsyayê da bi sedan sivîl hatin kuştin. Lê mirov nikare reqamekê eşkere bide. DEAŞê ji herêma xwe rojnameger û hiqûqzan derxistin. Li gor me mirî zêdetir in. Ji ber sepandinên DEAŞê rewşa xirab a li bajêr çawa ne kes nizane."