ÎSTANBÛL
Ji bo ku şerê li Sûriyeyê raweste û xwîn nerije, li Stenbolê di çarçoveya çalakiyê de balonên sor berdan esman.
Di pêşengiya Bijîşkên Dinyayê de û bi beşdarbûna hin saziyên civakî yên sivîl ve li Meydana Siltan Ehmedê, ji bo salvegera 3yemîn a şerê li Sûriyeyê, ji bo ku şer raweste û xwîn nerije balonên sor berdan esman.
Serokê Lijneya Rêvebiriya Bijîşkên Dinyayê yê Tirkiyeyê Kerem Kinik li ser navê komê daxuyanî da û wiha got: "Ji bo salvegera 3yemîn a şerê li Sûriyeyê em civiyan. Bijîşkên Dinyayê û saziyên civakî yên sivîl cardin bang dikin ku bila şerê qirêj raweste û em dibêjin 'Em bi te re ne Sûriye'."
Kinik diyar kir ku heta niha li Sûriyeyê 160 kes mirine û 2,5 milyon kes jî bûne penaber û got ku nexweşxaneyên li Sûriyeyê hilweşiyane û pirsgirêka xwarin û dermanan heye.
Kinik destnîşan kir ku bangî dinyayê dikin û wiha got: "Yên ku rayedar in û erka wan hene, em bangî we dikin, 3 sal derbas bû, mirov ji cih û warên xwe reviyan û li bendê ku vegerin cih û warên xwe."
Kinik got ku kesên ku hê wijdana xwe winda nekirine îro ji Amerîkayê heta Pasîfîkê bang dikin û dibêjin "Em bi te re ne Sûriye" û em jî dîn û rengê wî çi dibe bila bibe, vê bangê wek peywira mirovahiyê dibînin.
Kinik diyar kir ku dixwazin şer bi dawî bibe û wiha got: "Em ê van balonên sor ên ku di destê me de ne, ji bo şer raweste û xwîn nerije û rayedar dest bavêjin vê meseleyê berdin esman."
Koma ku di nav de zarokên penaber ên Sûriyeyî jî hebûn balonên sor berdan esman.