Sevim Hatun
07 Gulan 2018•Rojanekirin: 08 Gulan 2018
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Bekir Bozdag: "Serokomarê berê yê Fransayê, di nav de Sarkozyê dijminê dîn jî 300 nivîskar, siyasetmedarên ji Fransayê; bi hinceta 'dibin sedama şidet û dijiminiya li dijî Cihûyan' xwestine hin ayet ji Qur'anê werin derxistin. Ev bêaqil, hov û Ebû Cehîlên serdema 21ê versiyona rojava ya DEAŞê ne."
Bozdag ji ser hesabê xwe yê Twîtterê li ser danezana bi hinceta " bi sedema şidet û dijiminiya li dijî Cihûyan hin ayet ji Qur'anê werin derxistin" agahî parve kirin.
Alîkarê Serokwezîr Bozdah li hemberî danezanê nerazîbûna xwe anî ziman û got:
"Serokomarê berê yê Fransayê, di nav de Sarkozyê dijminê dîn jî 300 nivîskar, siyasetmedarên ji Fransayê; bi hinceta 'dibin sedama şidet û dijiminiya li dijî Cihûyan' xwestine hin ayet ji Qur'anê werin derxistin. Ev bêaqil, hov û Ebû Cehîlên serdema 21ê versiyona rojava ya DEAŞê ne. Dijminên Îslamê yên ji Sarkozy hê xurttir û xirabtir bi ser neketin ku Qur'anê tune bikin. Hemû çûn, lê Qur'an wê heta qiyametê hebe. Ne Sarkozy, heger hemû dijminên Îslamê jî werin bal hev nikarin di dirûvê Qur'anê an jî sûret û ayeteke wê da tiştekî bînin û tu wextî nikarin Qur'anê biguherînin."