CENEVRE
Berdevkê Qomseriya Bilind ya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (KBPNY) Adrîan Edwards da zanîn ku gelek penaberên Sûriyî duh derbasî bakurê Îraqê yê ku di bin qontrola Rêvebiriya Herêma Kurdistana Îraqê ya Federal de ye, bûn.
Edwards di civîna ku li Ofîsa Cenvreyê ya Neteweyên Yekbûyî hat li darxistin de destnîşan kir ku bi hezaran penaberên Sûriyî ji pira Peşabûra ku li ser çemê Dîjleyê nû hat çêkirin derbasî Herêma Kurdistana Iraqê ya Federal bûn.
Edwards diyar kir ku di şevekê de gelek penaber darbasî herêmê bûn û sedema derbasbûnê ew jî nizanin.
Li gor agahiyên ku Edwards da duh bi tevahî 7 hezar penaber derbasî Îraqê bûn. Edwards ragihand ku hin pênaber 2-3 roj li keviya çemê Dîcleyê sekinîn û paşê bi otobusan ji pirê derbasî aliyê Îraqê bûn. Rayedarên Rêvebiriya Herêma Kurdîstana Îraqê ya Federal penaber ezimandin û li Duhok û Hewlêrê bi cih kirin.
Edwards diyar kir ku piraniya penaberan ji Heleb, Efrîn, Hasekî û Qamişloyê hatin û li bal xizmên xwe yên ku li aliyê Îraqê ne, bi cih bûn. Edwards destnîşan kir ku hin penaber di mizgeftan û hinek jî di qampan de hatin bicihkirin. Hat diyarkirin ku li herêma Daraşakranê jî dê ji bo penaberan qampeke nû bê avakirin.