Ahmet Aydın
01 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2020
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî êrîşa ku Heşda Şabiyê bi mûşekan li dijî Balafirgeha Hewlêrê ya ku eskerên DYAyê lê bicih bûne li dar xist, şermezar kir.
Barzanî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê êrîşa bi mûşekan a li dijî Hewlêrê şermezar kir û anî ziman ku dê çavpoşiyê li çi cure êrîşên li dijî îstiqrara Herêma Kurdistanê nekin. Herwiha tekezî li wê yekê kir ku dê bi awayekî tund bersiva vê êrîşa wan bidin.
Serokwezîr Barzanî destnîşan kir ku derbarê êrîşê de digel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî peywendiyeke telefonê encam daye, bal kişandiye ser giringiya hesab pirsîna ji kirdarên vê êrîşê.
Wezareta Navxweyî ya HKIyê destnîşan kiribû ku çekdarên Heşda Şabiyê ji 30emîn Lîwaya Heşda Şabiyê ya li gundê Şêx Nemreya di nav sînorên Parêzgeha Neynewayê 6 mûşek avêtine Balafirgeha Hewlêrê.
Hatibû destnîşankirin ku 2 ji wan mûşekan neteqiyane û ji ber êrîşê jî kesek nemiriye.