Dinya, Koronavîrus

Ji ber şewba Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da li Hindistanê 1181, li Brezîlyayê 1031, li Meksîkayê 483 kes mirin

Elif Irmak  | 01.10.2020 - Rojanekırın : 02.10.2020
Ji ber şewba Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da li Hindistanê 1181, li Brezîlyayê 1031, li Meksîkayê 483 kes mirin

Ankara

 Ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn da li Hindistanê 1181, li Brezîlyayê 1031, li Meksîkayê 483 kes mirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê li welêt 1181 kesên din baş bûn û jimara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derket 98 hezar û 678an.

Li Hindistanê di 24 saetên dawîn da 86 hezar û 821 waqieyên Kovîd-19ê yên nû hatin tesbîtkirin, jimara waqieyan derket 6 milyon û 312 hezar û 584an.

Li welêt jimara başbûyiyan bi tevahî derket 5 milyon û 273 hezar û 201î.

Li gor malpera "Worldometer" a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike di nav welatên dinyayê da rojane herî zêde waqie û mirin li Hindistanê derdikevin û welêt di jimara waqieyên giştî da di rêza 2yemîn di jimara miriyan da jî di rêza 3yemîn da ye.

- Brezîlya

Li welatê duyemîn ê ku herî zêde maye bin tesîra şewba Kovîd-19ê li Brezîlyayê ji ber vîrusê di 24 saetên dawîn da 1031 kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê 1031 kes mirin û jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 143 hezar û 952yan, jimara waqieyan jî 33 hezar û 413 zêde bû û derket 4 milyon û 810 hezar û 935an.

Jimara kesên ji ber vîrusê mirin jî 4 milyon û 180 hezar û 376 e.

Brezîlyaya ku serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latîn wekî "navenda şewbê" tê binavkirin.

- Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê yên Meksîkayê li welêt di 24 saetên dawîn da 483 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û jimara miriyan derket 77 hezar û 646.

Li Meksîkayê jimara waqieyên Kovîd-19ê jî 5 hezar û 53 zêde bû û derket 743 hezar û 216an.

Li welêt heta îro 533 hezar û 886 pêketiyên Kovîd-19ê baş bûn.

Li Meksîkayê jimara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin rojane cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bibû.

Li welêt waqieya ewil di 28ê sibatê da hatibû tesbîtkirin û di 19ê adarê da jî cara ewil kesek ji ber vîrusê mirbû.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın