HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî îdia kir ji ber ku hikûmeta navendî ya Iraqê alîkariya Pêşmerge nekir, Sîncara navçeya Mûsilê ket destê DÎŞIyê. Barzanî wiha got: "Ev du meh in Pêşmerge bi derfetên xwe yên kêm û mutewazî ve xaka Kurdistanê diparêze. Hikûmeta Iraqê û hêzên nêvdewletî di têkoşîna li dijî terorîstan de tu alîkarî nedan Kurdan."
Şandeya ji serokê eşîrên li Sîncara ku ket destê DÎŞIyê û Şêxê Êzdiyan Babe seredana Barzanî kirin. Li gorî daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Serokatiya HKIyê hat belavkirin, di hevdîtinê de li ser rewşa dawîn a Sîncarê û gelê Êzdî yê ku malên xwe terikandin, sekinîn.
Barzanî diyar kir ku ew ji bo gelê Êzdî gelekî li ber xwe dikeve û wiha dewam kir:
"Mixabin, dujminên bêînsaf û bêwijdan her wext di qedera Kurdan de hebûn. Gelê Kurdistanê di seranserê tarîxê de li ser hev rastî trajediyan hat. Li gel van hemû karesatan gelê Kurdistanê vîna xwe neda dest. Em ê bi ruh û canê xwe îzzet û kerameta xwîşk û birayên xwe yên Êzdî biparêzin. Ji bo parastina gelê me yê ku ji ber terora DÎŞIyê neçar ma koç kir, çi ji destê me were em ê bikin. Em ê hemû hêza xwe ji bo vî serferber bikin."
Barzanî balkişand ku kurdayetiya Êzdiyan nayê nîqaşkirin û hêza tu dujminî jî nikare vê gelî tune bike û wiha pê de çû: "Çi heyf ku Iraq û hêzên nêvdewletî her wext li pêşiya gelê kurd bûn asteng û nehîştin ku Kurd bi derfetên xwe çekan peyda bike û xaka xwe biparêze. Der heqê parastina gelê Êzdî de dê tu şik û guman di nava me de peyda nebe. Ji bo ku herêma Sîncarê ji binî ve ji terorîstan were paqijkirin, Pêşmerge dê operasyon li dar bixe."
Şêx Babe jî ji Barzanî daxwaza çekan kir da ku gelê Êzdî xwe li dijî êrîşên rêxistina terorê ya DÎŞIyê biparêze. Xeynî vî Babe ji Barzanî xwest ku rêveberuya HKIyê alîkariya Êzdiyên ku neçar man malên xwe erikandin, bike.