HEWLÊR
Êzdiyên li Hewlêrê êrîşên rêxistina terorê ya Dewleta Îslamê ya Şam û Iraqê (DÎŞI) yên li dijî Êzdiyan, li bajarê Hewlêrê protesto kirin.
Komek li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Hewlêrê li hev civiya û bi pankart û diruşmeyan ve berteka xwe nîşanî DÎŞIyê da.
Komê car caran ji ber ku bi têra xwe herêmê naparêzin, li dijî Pêşmerge jî diruşme berz kir.
Li ser navê komê Narîn Şemo daxuyaniya çapemeniyê da û got ji bo ku navçeya Şengalê ji destê DÎŞIyê bê xilaskirin divê NY alîkariyê bike.
Şemo daxuyand ku piştî DÎŞI hat herêmê bi hezaran mirov winda bûn û wiha dewam kir: "Aqûbeta 50 jinên Êzdî jî nayê zanîn, gelek malbat ji bo ku xwe xilas bikin koç dikin. Ji bo kesên ku nikarin bi rêyên bejahiyê koç bikin jî, divê balafir bên şandin ku ew bên xilaskirin."
Şemo îdia kir ku Pêşmerge ji bo parastina Şengalê bi têra xwe jîr û jêhatî tevnegeriya.
Piştî daxuyaniyê komê diruşme berz kir û ji hev belav bû.
Bi hezaran Iraqiyên ku ji navçeya Şengalê û gundên derûdorê direvin, xwe dispêrin Duhok û Hewlêrê. Navçeya Şengalê 60 kîlomêtro li rojavayê Mûsilê ye. Li herêmê gelek Êzdî dijîn.