Serokê Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesût Barzanî çû serdana êzdî û pêşmergeyên ku li Şengalê, li dijî DÎŞIyê têdikoşin.
Barzanî li vir bi fermandarên pêşmergeyan re hat bal hev û derbarê pêşmergeyan de agahî sitand û li serê Çiyayê Şengalê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist û wiha got: "Şengal ji destê DÎŞIyê hat sitandin. Ez ji serê Çiyayê Şengalê mizgînê didim gelê Kurdistanê. Ez di serî de birayên xwe yên êzdî pîroz dikim. Pêşmerge di nav 24 saetan de gihiştin Çiyayê Şengalê. Ev serkeftineke dîrokî ye. Ez ji serê vî çiyayî silavên xwe ji gelê kurd ê ku hertim piştgirî da pêşmergeyan re dişînim."
Barzanî got ku pêşmergeyan şerekî dijwar kir û wiha dewam kir: "Ev ne tenê şerê kurdan e. Kurd vî şerî ji bo dinya û rûmeta mirovahiyê dike. Hemû herêmên derdora Şengalê niha di bin kontrola me de ne. Tenê çend herêmên li navenda Şengalê hêj di destê DÎŞIyê de ne. Ev herêm jî di demeke nêz de dê bên xilaskirin. Em sipasiyên xwe pêşkêşî hemû kesên ku piştgirî dan pêşmergeyan dikin."
Barzanî got ku ew amadene ji bo piştgirî bidin hikûmeta navendî ya Iraqê û wiha dewam kir:
"Serokê Iraqê Haydar el-Îbadî li min geriya û ji bo serkeftina pêşmergeyan a li Iraqê em pîroz kirin. Em niha bi erkdarên hikûmeta Iraqê re dişêwirin. Me texmîn nedikir ku DÎŞI wiha di demeke kurt de perçe û belav bibe. Pêşmergeyan li dijî DÎŞIyê şerekî dijwar kir û bi ser ketin. Hêzên ewlehiyê milîtanên DÎŞIyê ji herêmê derdixin. Lê ev şer dê demeke dirêj berdewam bike. Em kurd her tim dê axa xwe ji van teroran biparêzin."
Barzanî derbarê êzdiyên ku ji ber êrîşên DÎŞIyê mal û milkên xwe terikandin de jî wiha got: "Me hemû herêm ji destê DÎŞIyê xilas kir. Niha pêşmerge herêmê ji teqemeniyan paqij dikin. Piştî ku herêm bi temamî ji teqemeniyan bê paqijkirin, birayên me yên êzdî dikarin vegerin malên xwe. Heke di destê me de çekên giran nebûna, me nikaribûn herêmê ji destê DÎŞIyê bistînin. Herwiha divê hikûmeta Bexdayê jî alîkarî bide gelê ku di şer de mal û milkên xwe winda kir."
Mesût Barzanî digel fermandarên pêşmergeyan piştî daxuyaniyê li herêmê lêkolîn kir.
Barzanî, fermandariya şerê li Şengalê berdewam e, dike.