Sarmand Hameed
16 Adar 2017•Rojanekirin: 17 Adar 2017
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi munasebeta 29emîn salvegera Qetlîama Helebceyê ragihand ku, "Baştirîn wefa ji bo şehîdên me azadî û serxwebûna gelê Kurdistanê ye."
Barzanî li ser hesabê xwe yê facebookê ji bo bîranîna Helebceyê peyamek weşand û fotografekî xwe yê digel pêşmergeyan belav kir.
Barzanî di peyama xwe de cih da van îfadeyan:"
"Di salvegera kîmyabarankirina Helebceyê de, hezar silav li canê pak ê şehîdên Helebceyê û tevahiyê Kurdistanê be. Baştirîn wefa ji bo şehîdên me azadî û serxwebûna gelê Kurdistanê ye."