Salim Xemexan
16 Adar 2017•Rojanekirin: 17 Adar 2017
HELEBCE
Li bajarê Helebceyê bi munasebeta 29emîn salvegera karesatê bi beşdariya endamên hikûmetên mêvanên biyanî merasimek hat sazkirin.
Di merasimê de konsolosên welatan, parlamenterên kurd, Wezîrê Karûbarê Şehîdan û Enfalkiriyan û Waliyê Helebceyê amade bûn.
Berî destpêka merasimê tacegulek li ser hestiyên qurbaniyên kîmyabaranê ku 14ê vê mehê hatibûn dîtin danîn.
Waliyê Helebceyê bi wekalet Elî Osman, di merasimê de axaftinek kir û piştî dayîna xêrhatinê got:
"Rejima Bees bi çekên qedexekirî ev bajêr wêran kir. Divê hikûmeta niha wezîfeya xwe ya xizmetguzarî û avakirina vî bajarî bicih bîne."
Wezîrê Karûbarê Şehîdan Mehmûd Hacî Salih jî xeberdanek kir û wiha got:
"Em îro şehîdên xwe bi rêz û minnet bibîr tînin. Em soz didin ku rêbaza şehîdên Helebceyê û hemû Kurdistanê biparêzin."
Berî merasimê jî seet 11an de wek hemû bajaran li Helebceyê jî jiyan rawestiya.
Tarîxa 16ê Adara 1988an rejima Bees a bi serekiya Seddam Huseyn, bajarê Helebceyê ku dikeve rojhilatê Herêma Kurdistanê û li ser sînorê Îranê ye kîmyabaran kir. Kîmyabaranê seet 11an dest pê kir û 5 deqîqeyan dewam kir. Loma her sal li Herêma Kurdistanê 16ê Adarê seet 11an 5 deqîqeyan ji bo bîranîna şehîdan hemû jiyan disekine.
Di encamê kîmyabaranê de 5 hezar kes; genc, kal, pîr, zarok, jin şehîd ketin. Ji xelkê bajêr û derdorê 10 hezar kes jî birîndar bûn. Şûna vî sûcê însanî heta niha jî zindî maye. Gelek ji wan birîndaran xelas nebûn û wefat kirin. Kesên ku rastî wê êrişa kîmyayî hatin bi nexweşiyên cuda cuda ketin. Genetîka dê û bavan xera bû. Zarokên ku ji wan welidîn bi nexweşiyan ve hatin dinyayê. Hinek ji wan seqet, hin nebîna, hin ker, hin jî bi nexweşiyên hinavê jiyana xwe diborînin.
Li ser vê karesatê li Kurdistanê û derveyî welat gelek film hatin kişandin. Ji wan ê herî navdar filmê bi navê Kûsî Jî Difirin ê Derhênerê Kurd Behmen Qobadî ye.