Cemal Sargati
16 Adar 2017•Rojanekirin: 18 Adar 2017
HELEBCE
Abîdeya Helebceyê ku ji bo bîranîna şehîdên qetlîamê hatiye çêkirin di 29emîn salvegera qetlîamê de tê ziyaretkirin.
Abîdeya Helebceyê 10 sal berê 2007an ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat duristkirin. Welatiyên Herêma Kurdistanê û yên derveyî di hemû demên salê de lê bi taybetî 16 Adarê ziyareta vê derê dikin.
Di nav avahiya Abîdeyê de beşa arşîv, dokument, mêvanxane û çend qismên din hene.
Di nav saheya Abîdeyê de hemû malzemeyên ku di êrişê de rolekê dilîzîn cih digirin. Kamyoneta ku şehîd pê hatine neqilkirin, firokeya ku çeka kîmyayî barand û çend tiştên din jî li vê derê tên rapêşkirin.
Tarîxa 16ê Adara 1988an rejima Bees a bi serekiya Seddam Huseyn, bajarê Helebceyê ku dikeve rojhilatê Herêma Kurdistanê û li ser sînorê Îranê ye kîmyabaran kir. Kîmyabaranê seet 11an dest pê kir û 5 deqîqeyan dewam kir. Loma her sal li Herêma Kurdistanê 16ê Adarê seet 11an 5 deqîqeyan ji bo bîranîna şehîdan hemû jiyan disekine.
Di encamê kîmyabaranê de 5 hezar kes; genc, kal, pîr, zarok, jin şehîd ketin. Ji xelkê bajêr û derdorê 10 hezar kes jî birîndar bûn. Şûna vî sûcê însanî heta niha jî zindî maye. Gelek ji wan birîndaran xelas nebûn û wefat kirin. Kesên ku rastî wê êrişa kîmyayî hatin bi nexweşiyên cuda cuda ketin. Genetîka dê û bavan xera bû. Zarokên ku ji wan welidîn bi nexweşiyan ve hatin dinyayê. Hinek ji wan seqet, hin nebîna, hin ker, hin jî bi nexweşiyên hinavê jiyana xwe diborînin.
Li ser vê karesatê li Kurdistanê û derveyî welat gelek film hatin kişandin. Ji wan ê herî navdar filmê bi navê Kûsî Jî Difirin ê Derhênerê Kurd Behmen Qobadî ye.