Muhammet Kurşun
24 Îlon 2017•Rojanekirin: 24 Îlon 2017
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî dê îro der barê geşedanên dawîn de civîneke çapemeniyê li dar bixe.
Piştî ku Lijneya Bilind a Referandûmê do ragihand ku dê referandûm neyê texîrkirin û daxuyaniyên curbecur ên ji gelek aliyan bi taybetî YNKê, hat ragihandin ku dê Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî îro daxuyaniyekê bide.
Herwiha dê Barzanî îro li Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê digel berpirsên PDK û YNKê li Kerkûkê û endamên Encumena Wîlayeta Kerkûkê jî civînê bike.
Lewra Teşkîlata YNKê li Kerkûkê daxwaz kiribû ku referandûm were texîrkirin.