Türkan Tosun
26 Tebax 2020•Rojanekirin: 26 Tebax 2020
Artêşa Îsraîlê ji ber hinceta ku gule berdane eskerekî Îsraîlê yê li ser sînor, êrîşî cihên çavdêriyê yên Hizbullaha Libnanê kir.
Di daxuyaniya artêşê da hat gotin duh êvarê ji aliyê Libnanê gule berdane eskerekî li ser sînor.
Hat gotin esker birîndar nebûye, lê ji ber vê êrîşê firokeyên artêşa Îsraîlê jî êrîşî cihên çavdêriyê yên Hizbullahê kirin.
Ji ber hemû bûyeran rêvebiriya Beyrûtê berpirsyar hat nîşandan.
Ji Şerê Libnanê ya 2yemîn yê 2006an vir va artêşa Îsraîlê cara ewil e ku li ser axa Libnanê êrîşa esmanî dibe ser hedefên Hizbullahê.
Ji ber bûyera duh artêşa Îsraîlê bangî welatiyên Îsraîlê kiribû ku bila hemû çalakiyên li derva bên betalkirin.