Türkan Tosun
26 Tebax 2020•Rojanekirin: 26 Tebax 2020
Îsraîlê li başûrê Xezeyê bi êrîşeke esmanî va tuneleke Hamasê xist.
Li ser hesabê Twîtterê ya artêşa Îsraîlê ji aliyê Xezeyê balonên dişewitin hatine avêtin, li ser vê balafirên şer jî êrîşî tuneleke Hamasê kirin.
Li gor çavkaniyên Filistinê jî balafirên şer ên Îsraîlê li rojhilatê bajarê Xan Yunisê ya başûrê Xezeyê êrîşî ereaziyên vala kirin.
Hat gotin di êrîşan da mirî û birîndar tune ne.
Îsraîl îdia dike ku aktîvîstên Filistînî li dora Xeta Xezeyê balonên dişewitin û balonên bi xaza helyumê va hatine nepixandin davêjin cihên Cihû lê dijîn û ev balon dibin sedema şewatê.
Artêşa Îsraîlê ji ber ku ji van balonan ra nikare serî derxe û çareser bike, gelek caran êrîşî cihên ku ew lê tên çêkirin dike.