Elif Irmak
26 Tebax 2020•Rojanekirin: 27 Tebax 2020
Milîsên Xelîf Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê Lîbyayê duh li bajarê Sîrteyê bi wesayîta eskerî da ser sivîlekî, perçiqand û ew kuşt.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên artêşa Lîbyayê bi dest xist milîsên Hefter dema xwest ku ji qebîleya Kazazîfeyê ya li Sîrteyê hin ciwanan binçav bike xirecir derket.
Di bûyera ku li taxa bi nimreya 3yan a Sîrteyê qewimî da ciwanekî bi navê Nasir Uweydat a ku bi wesayîta bizirx a tîpa Nîmrê ya ku Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî (MEY) çêkiriye da serê û perçiqand, mir.
Hêzên Hefter der barê bûyer û binçavkirinan da tu daxuyanî neda.
Qebîleya Kazazîfeyê ku Mihemed Qeddafiyê serokê xistî mensûb e wekî yek ji qebîleyên sereke yên welêt tê naskirin.