2017 ж. 01 наурыз•Rojanekirin: 2017 ж. 01 наурыз
ÎSTANBUL
Tenê hevalekî Omer Mixtar mabû, wî jî wefat kir. Omer Mixtar dema ku Îtalyayê Lîbya dagir dikir, bi berxwedana ku da va bû qehreman û navê wî danîbûn "şêrê çolê". Ji hevalên wî tenê Ebdurraziq Cîlgaf el-Berasî mabû, wî jî wefat kir.
Berasî di ciwaniya xwe da li dijî dagirkirina Îtalyayê tevî berxwedanê bibû. Berasî di 110 saliya xwe da li bajarê El-Beydayê wefat kir.
Berasî di sala 1907an da li El-Beydaya bajarê Libyayê bûye. Piştî ku welêt di sala 1951an da serxwebûna xwe qezenc kir, Îdrisê Pêşîn wek qralê ewil dest bi wezîfeyê kir. Îdrisê Pêşîn ji malbata Senûsî ye. Têkiliya qebîleya Senûsî û Berasiyan dîrokî. Berasî jî mensûbê van qebîleyan e. Dema ku Omer Mixtar li dijî dagirkeriya Libyayê têkoşîn da destpêkirin, Berasî jî ligel Omer Mixtar şer kiribû.
- Omer Mixtar kî ye?
Omer Mixtar li Libyayê li dijî îtalyana serokatiya hereketa berxwedanê kir. Piştî ku Îtalyayê di sala 1911an da leşker şandin Libyayê, sûbayên Osmaniyan û bi serokatiya Ehmed eş-Şerif es Senûsiyê şêxê Senûsiyan berxwedan dan destpêkirin û Mixtar jî tevî berxwedanê bû.
Piştî ku hikûmdariya Dewleta Osmaniyan bi awayekî fermî li ser Libyayê rabû di sala 1922yan da faşîstên ku li Îtalyayê bûn îqtidar, xwestin ku Libyayê bikin mêtingeh, lê Omer Mixtar li dijî wan berxwedaneke nû da destpêkirin. Mixtar ji eşîran gerîlla berhev kirin û êrîşên serkeftî birin ser hêzên Îtalyayê û derbeyeke giran li wan dan û heta 1931an berxwedanê dewam kir.
Mixtar di 11ê îlona 1931an da di pevçûnekê da birîndar bû û leşkerên Îtalyayê ew dîl girt. Dadgeheke şer ew mehkûmî mirinê kir û heman salê li Salûkê hat îdamkirin.