2017 ж. 01 наурыз•Rojanekirin: 2017 ж. 02 наурыз
CAKARTA
Penaberên ku Cakartaya paytexta Endonezyayê dijîn li ber Komîseriya Bilind ya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (KBPNY) di barakayan de îdareya xwe dikin.
Penaberên ku xwe sipartine Endonezyayê piraniya wan welatiyên Iraq, Sûdan û Somaliyê yên ku şer reviyane ne.
Mihemed Eliyê penaberê sûdanî got ku ew ji ber aramî û ewlehiya Endonezyayê hatine vê derê lê ew ji bêeleqedariya KBPNYê aciz in. Elî got ku ew ji arîkariya gelê Endonezyayê gelek memnun in ji wan re spas dike.
- Kar û barên çûyîna derva giran çêdibe
Li Endonezyayê penaberên ku li hêviya pêkanîna sozên ku dane wan in 2 sal e li pêşiya KBPNYê dijîn. Penaberan di serê mehê da li pêşiya KBPNYê çalakiya protestoyê li dar xistibû û bi pankartên li ser "Me xilas bikin", "Lezê bidin pêvajoyê" hatine nivîsandin va hewl dabûn ku dengê xwe bigihînin dinyayê.
- Li Endonezyayê 14 hezar penaber dijîn
Li gor daneyên KBPNYê li Endonezyayê kêm zêde 14 hezar penaber hene.
Endonezyaya ku serjimara wê digihêje 250 milyonî ji ber ku peymana penaberan a NYyê îmze nekiriye penaberên li welêt nikarin ji mafên raya gişkî yên li welêt îstifade bikin.
Sala par ji Endonezyayê bi tenê 690 penaber birin û li welatên ewledar bi cî kirin.