Faruk Hanedar
04 Hezîran 2025•Rojanekirin: 05 Hezîran 2025
Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji Sûriyeyê ber bi Îsraîlê va moşek hatin avêtin û ew li devereke vala ya li Girên Golanê yên dagirkirî ketin ku wan jî li hemberî vê êrîşî li Sûriyeyê êrîşeke esmanî kir.
Artêşa Îsraîlê daxuyand ku balafirên şer başûrê Sûriyeyê hedef girtin.
Hat îdiakirin ku êrîş li hemberî moşekên ku ji Sûriyeyê ber bi Îsraîlê va hatine avêtin û li devereke vala ya li Girên Golanê yên dagirkirî ketine wek bersiv hat kirin.
Di daxuyaniyê da hat îdiakirin ku li başûrê welêt çekên Sûriyeyê hedef hatin girtin.
Gef li rêveberiya nû ya Şamê hat xwarin û hat îdiakirin ku ew ji rewşa heyî ya li Sûriyeyê berpirsiyar e.