Mustafa Deveci
19 Sibat 2025•Rojanekirin: 20 Sibat 2025
Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê li dijî başûrê Sûriyeyê bi şev êrîşa asîmanî pêk anî.
Di daxuyaniya nivîskî ya artêşê da hat destnîşankirin ku li dijî herêma Sasayê ya li gundewarê paytext Şamê êrîşa asîmanî hat kirin.
Di daxuyaniyê da hat îdiakirin ku di êrîşê da çekên ji rejima Beas a têkçûyî mane, bûn armanc. Tevî daxuyaniyê, dîmenên êrîşa asîmanî jî hatin parvekirin.
Artêşa Îsraîlê bi hinceta "armancgirtina çekên ji rejima Beas mane" gelek carî li dijî Sûriyeyê êrîşên asîmanî pêk tîne.
- Êrîş û dagiriya Îsraîlê ya dijî Sûriyeyê
Li Sûriyeyê di 8ê Berfanbara 2024an da bi bidawîbûna rejima Beas a 61 salî ra êrîşên Îsraîlê yên dijî başûrê welêt zêde bûn.
Artêşa Îsraîlê bi êrîşên asîmanî va binesazî û derfetên eskerî yên ji artêşa Sûriyeyê mayî îmhe kirin û dagiriya xwe ya li Girên Golanê ya li ser xaka Sûriyeyê berfirehtir kir.