Ahmet Karaahmet
19 Sibat 2025•Rojanekirin: 25 Sibat 2025
Xaxamê Cihû Yûsif Hemrayê ku sala 1992yan bi zorê ji Sûriyeyê hatibû koçberkirin, piştî 33 salan vegeriya Şamê.
Cihûyên ku sala 1992yan bi darê zorê ji welêt hatibûn mişextîkirin, piştî hilweşîna rejima Beşşar Esed êdî vedigerin welat.

Xaxam Yûsif Hemrayê Sûriyeyî û cihûyên pê ra, serdana Sînagogên Frang û Rakiyê, Dibistana Cihûyan a Îbn Meymûn û Sînagoga Cobarê ya ku di serdema şerê navxweyî da beşeke wê ya mezin hilweşiyaye, kir.
Xaxam Yûsif Hemrayê ku yek ji Rabiyên berê yê civaka Cihûyên li Sûriyeyê bû ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku piştî 33 salan vegeriyaye mala xwe ya li Şamê.
Hemra piştî geryana li taxa Cihûyan û serdana sînagogan got, "Sala 1992yan digel malbata xwe ez ji Sûriyeyê derketim. Ev salek û nîv e ez hewl didim vegerim Şamê lê rejima hilweşiyayî nedihişt. Xaniyên xwe yê ku min bi destê xwe ava kiribû, min nas nekir, lêbelê ya ku bi temamî guheriye welat e."
Hemra bang li Cihûyên li Rojavayê kir û got, "Werin Sûriyeyê bi çavê xwe bibînin. Dibe ku fikrên we biguherin û biryara vegerê bidin."

Serokê berê yê rejima Sûriyeyê Hafiz Esed, sala 1992yan zêdetir ji 5 hezar cihûyî mişextî kir. Gelek ji wan neçar man li welatên cur bi cur ên Ewropayê bi cih bibin û bi salan nedikarîn vegerin welatê xwe.
Beşşar Esed jî piştî bavê xwe destûr neda Cihûyan ku vegerin Sûriyeyê û di ser da dest danî bû ser mal û milkên wan.