WASHINGTON
Serokê DYAyê Barack Obama diyar kir ku hêzên Kurdistanê û hêzên Iraqê bi piştgiriya DYAyê ve kontrola Bendava Mûsilê hildan destê xwe û ev bûyer di têkoşîna li dijî Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) de gaveke girîng e.
Obama 2 roj navber da tetîla xwe û der barê bûyerên iraqê û yên Fergusonê de bi ekîba xwe re hevdîtin kir û civîna çapemeniyê li dar xist. Obama di civîna çapemeniyê de pirsên rojnamevanan bersivand.
Obama wiha got: "Îro hêzên Kurdistanê û hêzên Iraqê bi piştgiriya DYAyê ve kontrola Bendava Mûsilê hildan destê xwe û ev bûyer di têkoşîna li dijî DÎŞIyê de gaveke girîng e."
Obama destnîşan kir, heke tiştek bihata serê bendavê jiyana gelek welatiyan têketa xetereyê û Balyozxaneya DYAyê ya Bexdayê zirar bidîta. Obama diyar kir ku ji DÎŞIyê destxistina bendavê nîşan da ku Hêzên Kurdistanê û yên Iraqê bi hev re dikarin bixebitin û wiha got: "Heke motanî îro bi hev re bixebitin DYAyê piştgiriyeke baş bide wan."
Obama ragihand ji bo ku qeyrana li Iraqê bê çareserkirin koalîsyoneke navneteweyî ava kirin, ew ê piştgiriyê bidin hikûmeta nû ya Iraqê, bi şirîkên xwe yên li herêmê û yên din re li dijî DÎŞIyê têkoşînê bidin.
Barack Obama diyar kir ku li Iraqê Heyder el-Ebadî wek namzedê Serokwezîriyê hat eşkerekirin, Serokwezîr Nurî el-Malîkî jî wezîfeya xwe berda û pêvajoyeke girîng dest pê kir, lê belê hê di destpêkê de ne û divê Ebadî di navbara çend hefteyan de hikûmeteke ku hemû iraqiyan temsîl dike ava bike.
Obama destnîşan kir ku DÎŞI ji bo hemû iraqiyan talûkeye û wiha pê de çê:
"Dibêjin ku 'em suniyan temsîl dikin' lê belê jin, zar û mêrên suniyan dikujin. Li dijî hêzên xerîb in lê ji bo xwe ji derve leşkerên xerîb tînin. Ji ber vê yekê divê hemû iraqî li dijî van hevdu bigrin û wan ji erdê xwe derxin.
Ji bo vê demeke dirêj hewce dike. Di pêşerojê de gelek tengasiyên derkevin. Lê bira iraqî tu carî nekevin fikaran, DYAyê her tim piştgiriyê bide wan. Em ê xebatkarên xwe û tesîsên xwe biparêzên, alîkariya mirovahiyê jî wek Şengalê bidomînin."
Obama diyar kir heta ku şirîkên wan ên çalak hebin misyona DYAyê ji armanca xwe naqete, DYA careke din leşkerên xwe yê şervan naşîne Iraqê.
Obama wiha xivî: "Em artêşa Iraqê nînin. Em hêzên hewayê yên Iraqê jî nînin. Ez Fermandarê herî mezin ê hêzên DYAyê me. Iraqê ewlehiya bi xwe pêk bîne. "
Barack Obama der barê angajmana DYAyê ya li Iraqê de agahî neda ku ew ê çiqasî dewam bike.