28 Mijdar 2016•Rojanekirin: 29 Mijdar 2016
BEXDA
Hat ragihandin ku di operasyona rizgarkirina Mûsilê ya ji bo ku destê rêxistina terorê DEAŞê bê xilaskirin tê meşandin de, zêdetirî 3 hezar sivîlî di nav 2 rojan de terka malên xwe kirin.
Li Iraqê operasyona rizgarkirina Mûsilê dewam dike. Endamê Hîva Sor a Iraqê Îyad Rafîd ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku di nav 48 saetan de li herêmên ku operasyon tê kirin 3 hezar û 200 kesî koç kir.
Rafîd got ku ev kesên ku koç kirine li konbajara Cedayê ya ku başûrê Mûsilê ye û li konbajarê Hesen Şamê ya rojhilatê Mûsilê ye hatine bicihkirin.
Hîva Sor a Iraqê jî daxuyand ku di konbajarên Hesen Şam û Xazirê de 6 hezar û 770 malbat, bi giştî 35 hezar û 600 kes dijîn.
Hat gotin ku 600 malbatên ku li konbajarê Cedayê bûn piştî ku herêm hat xilaskirin vegeriyan malên xwe.