28 Mijdar 2016•Rojanekirin: 29 Mijdar 2016
ANKARA
Di Operasyona Mertalê Feratê ku li bakurê Sûriyê dijî hedefên terorê dewam dike da 4 terorîstên endamê DEAŞê hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê, DEAŞ di serî da ji bo berterefkirina tehdîda rêxistinên terorê, parastina ewlehiya sînor û piştevaniya hêzên hevpeymaniyê, Operasyona Mertalê Feratê ya ku di 24ê Tebaxa 2016an da dest pê kiribû, dewam dike.
Di roja 97emîn a operasyonê da hêzên Artêşa Sûriyê ya Azad kontrola gundên Xelîliye, Ajamî û Şabwêranê bi dest xistin. Di operasyonê da wesaîteke DEAŞa rêxistina terorê ku çekên doçkayê lê barkirî bûn, hat bidestxistin. Di pevçûnan da 4 terorîst hatin kuştin.
Di operasyona esmanî ya ku jetên Fermandariya Hêzên esmanî kir da 4 avahiyên DEAŞa rêxistina terorê hatin îmhakirin. Hat gotin ku di operasyonê da ji bo ku ziyan negihêje gelê sivîl ê herêmê, bi hesasî operasyon tê meşandin.