Li navenda Bexdayê teqîn çêbû
Li paytextê Iraqê Bexdayê di teqîna ji ber çalakiya xwekujiyê da 32 kes hatin kuştin, 110 kes jî birîndar bûn.

Baghdad
Li paytextê Iraqê Bexdayê di teqîna ji ber çalakiya xwekujiyê da 32 kes hatin kuştin, 110 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Operasyonan ya Bexdayê ya girêdayî hikûmeta Iraqê, li Meydana Tayaranê ji ber êrîşa xwekujiyê teqîn çêbû.
Peywirdarên Iraqî di daxuyaniyên xwe yên din da ragihandin, li heman meydanê du teqîn çêbûn.
Eşkere bû di teqînan da 32 kes hatin kuştin, 110 kes jî birîndar bûn.
Heta vê gavê kesî êrîş hilnedaye ser xwe.