
Baghdad
Li paytextê Iraqê Bexdayê di teqîna ji ber çalakiya xwekujiyê da 28 kes hatin kuştin, 73 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Operasyonan ya Bexdayê ya girêdayî hikûmeta Iraqê, li Meydana Tayaranê ji ber êrîşa xwekujiyê teqîn çêbû.
Ajansa Fermî ya Nûçeyan a Iraqê ragihand di teqînê da 28 kes hatin kuştin, 73 kes jî birîndar bûn.
Vê gavê kesî êrîş hilnedaye ser xwe.