Serokomarê Iraqê Salih: "Teqîna li Bexdayê aştî û paşeroja gel kir hedef"
Serokomarê Iraqê Berhem Salih ragihand, teqîna li Bexdayê îstiqrara welêt, aştî û paşeroja gel kir hedef.
Baghdad
Serokomarê Iraqê Berhem Salih ragihand, teqîna li Bexdayê îstiqrara welêt, aştî û paşeroja gel kir hedef.
Salih derheqê teqîna ku li Meydana Tayaranê ya li navenda Bexdayê weke çalakiya xwekujiyê hat kirin da daxuyaniya nivîskî da.
Salih bal kişand ser dema teqîna ku welatiyên sivîl kir hedef û wiha got, "Rêxistinên tarî bi van her du teqînan va xwestin destkeftiyên neteweyî û aştî û paşeroja gel têxin hedef. Em bi tundî dijî van hewildanên sexte ne ku hedefa wan îstiqrara welatê me ye."
Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî hê tu daxuyanî nedaye.
Di teqîna Bexdayê da 28 kes hatibûn kuştin, 73 kes jî birîndar bûbûn.