Nihat Kavşut
28 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2017
KABUL
Li Kabula paytextê Efxanistanê dijî navendeke çandê êrîşa xwekujiyê hat kirin û 41 kes hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ya Efxanistanê hat diyarkirin êrîşkarê xwekujiyê li herêma 6emîn ya Kabulê dikeve avahiya navenda çandê ya ku ajansa nûçeyan ya Dengê Efxanistanê (Ava) jî tê da ye û bombeya li ser xwe diteqîne.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin piştî êrîşa ewil 2 bombeyên li texma avahiya navenda çandê tên teqandin.
Wahid Mecruhê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Efxanistanê destnîşan kir di êrîşê da 41 kes hatin kuştin û 84 kes jî birîndar bûn.
Mecruh diyar kir di nav kuştiyan da 4 jin û 2 zarok jî hene û got rewşa hin birîndaran jî giran e.
Eşref Xeniyê Serokê Dewleta Efxanistanê ji bona lêkolînê telîmat da.
Li gor agahiyan DEAŞa rêxistina terorê êrîş hilda ser xwe.
Navenda çandê ya bi navê "Tabyan" aidî komên Hazarayê ye ku li welêt mensûbî mezheba şiî ne û tê da ajansa nûçeyan û saziyên navenda perwerdeyê hene.