Önder Beyter
03 Adar 2021•Rojanekirin: 04 Adar 2021
Li bajarê Larissa yê ku dikeve naverasta Yewnanistanê, bi lerza 6an erdhej çêbû.
Enstîtuya Zanistên Erdê ya Atînayê ragihand, 24 kîlometre li rojavayê bakurê navenda bajarê Larissayê bi dema herêmî saet 12.16an di 7,8 kîlometre di kûrahiya erdê da erdhej çêbû.
Enstîtuyê diyar kir, piştî erdheja sereke ya bi lerza 6an, lerzên dûmahîkê jî dewam dikin.
Li gorî nûçeyên çapemeniya Yewnan, li herêmê hin malên kevn hilweşiyan, di hin dêr û dibistanan da jî xesar çêbû.
Her wiha hat destnîşakirin, erdhej ji Tesalya, Volos, Selanîk, paytext Atînayê bigire heya Merîçê hat hîskirin û ji ber erdhejê di ragihandinê da pirsgirêk derketin û li Elassonayê jî kesekî birîndar ji kavilê mala hilweşiyayî hat derxistin.
- Bang li gel hat kirin ku nekevin malên xwe
Serokê Enstîtuya Zanistên Erdê ya Atînayê Akis Tselentis diyar kir ku ew ê geşedanên li ser lerzên dûmahîkê bişopînin û bangî gel jî kir ku nekevin malên xwe.
Midûriyeta Perwerdeya Tesalyayê eşkere kir ku li herêmê hemû dibistan hatin girtin, ji bo tesbîtkirin xesarê jî destxwera xebat dê bên destpêkirin.
Hat ragihandin ku li gor agahiyên berdest di erdhejê da tu kes nemiriye.
Enstîtuya Zanistên Erdê ya Atînayê di daxuyaniya xwe ya ewil da lerza erdhejê wekî 5,9 ragihandibû.