21 Sibat 2017•Rojanekirin: 22 Sibat 2017
KAHÎRE
Teşkîlata Birayên Misilman a li Misirê piştî daxuyaniya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a ku dibêje "Ew Îxwanê wek rêxistina terorî qebûl nake" kêfxweşiya xwe anî ziman û sipasiya Erdogan kir.
Alîkarê Serokê Konseya Rêbertiya Îxwanê Îbrahîm Munîr bi serenava "Ji Serokomar Erdogan re sipasî û pesnê wî" daxuyaniyek da û got ku medya li dijî teşkîlatê û îdeolojiya wê kampanyaya reşkirinê dike. Di heyameke wiha de wan daxuyaniya Erdogan bihîstiye.
Munîr pesnê daxuyaniya Serokomar Erdogan a di kanala El-Erebiyeyê ya Erebîstana Siûdî de got ku "Ez Îxwanê wek rêxistineke terorî qebûl nakim. Lewra Îxwanrêxistineke biçek nîne. Rêxistineke fikrê ye." da.
Munîr vê tevgera Erdogan wek tevgereke adil, xurt û biînsaf binav kir.
Munîr destnîşan kir ku li hember teşkîlatê herçiqas buxtan û tundî zêde bibin jî, teşkîlata Îxwanê wê Erdogan û her kesê ku heq diparêze tenê nehêle, Îxwan dê rêzê nîşanî qanûna Tirkiyeyê û welatên ku wek mêvan lê ne bide.
Munîr anî ziman ku ewê dev ji tevgera aştiyane bernedin û kesên dijî vê tevdigerin jî ne ji wan in.
Rayedarên Misirê di sala 2013an de Teşkîlata Birayên Misilman a ku ji gel re digot bila li dijî derbeyê bi aştiyane xwepêşandan bikin wek "rêxistina terorî" îlan kiribû.