21 Sibat 2017•Rojanekirin: 21 Sibat 2017
SOFYA
Hat ragihandin ku hacet û leşkerên Hêzên Çekdar ên DYAyê yên ku di çarçoveya Operasyona Biryardarî ya Atlantîkê ya ku hedefa wê hêzdarkirina sînorê rojhilat a NATOyê ye da şandin Bûlxaristanê gihîştin welêt.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Bûlxaristanê da hat diyarkirin ku 120 personel û 5 Bradleyên wesayitên bizirx ên Beşan 4an a Lîwaya Bi Zirx a 3yan ya Hêzên Çekdar ên DYAyê gihîjtin baregeha Novo Seloyê û yekeyên leşkerên DYAyê dest bi xebatan kirin.
Midûrê Daîreya Kordinasyon û Tesîsên Hevpar a Wezareta Parastina Bûlxaristanê Yordan Yardanov der barê tavkariya Bilxaristanê ya ji bo Operasyona Biyrdarî ya Atlantîkê da got, "Ji ber ku Bûlxaristan şirîkê sîstema parastinê û ewlekariyê ye tevlîbûna înîsiyatîfên wiha girîng e."
Yordanov destnîşan kir ku personelên DYAyê ew ê bi personelê leşkerî yên Bûlxaristanê ra tetbîqatê bikin û tevlî xebatên perwerdeyê bibin.
Yarbay Jason Sabottê ji fermandarên Amerîkayê diyar kir ku xebatên perwerdeyê nîşana girîngiya ku Amerîka dide mitefîkên xwe ye û got, "Di saya van xebatan da ahenga di navbera me da pêş dikeve. Me berê jî li Iraq û Efxanistanê bi leşkerên mitefîkên xwe ra wezîfe kir. Em nika jî hewl didin ku tevkariyê bidin ewlekariya Ewropayê."
Sabott got leşkerên Amerîkayê yên ku hatine Bûlxaristanê ew ê 9 mehan li Novo Seloyê wezîfeyê bikin û paşda bizvirin, paşê jî di heman mezinahiyê da kadroyeke teze ew ê bê.
Li gor agahiyên ku ji Wezareta Parastinê hatin sitandin, tetbîqata herî mezin a ku leşkerên DYAyê beşdar bibinê "Saber Guardîana 17" e. Hat ragihandin ku ji 21 welatên endam û şirîkên NATOyê 40 hezar personelê tevlî tetbîqata ku di meha tîrmehê da bê kirin bibin.