21 Sibat 2017•Rojanekirin: 22 Sibat 2017
BOGOTA
Juan Manuel Santosê Serokê Dewleta Kolombiyayê der barê gihîştina rasta çekdanînê ya hemû milîtanên Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) da got, "Eva bûyera dîrokî nîşan dide ku ji îro pêda pêvajoya çekdanînê dest pê kir û gihîştin bidawîbûna pevçûnan."
Santosê Derokê Dewletê, Sergîo Jaramîlloyê Endamê Komisyona Aştiyê ya Bilind, Sermizakirê FARCê Ivan Marquez û heyeta pê ra "La Carmelîta" ya rasta çekdanînê ya li eyaleta Putumayoyê ziyaret kirin. Santos li kampa ku ji bo milîtanan hatiye avakirin geriya û der barê pêvajoya çekdanînê da agahî da.
Santos bi bîr xist ku tevahiyê milîtanên FARCê hefteya borî hatin 26 herêmên ku ji bo çekdanînê hatine eşkerekirin û wiha got: "Ev bûyera dîrokî nîşan dide ku ji îro pê da pêvajoya çekdanînê dest pê kiriye û gihîştine bidawîbûna pevçûnan. Ev jî nîşan dide ku di aştiya ku hemû welatiyên Kolombiyayê ji bo wê hêsirên xwe dirijandin da hatin asta dawîn. Em ê wek zarokên heman miletî aştiyê ava bikin. Em êdî di şer da nînin di aştiyê da ne."
Santos herwiha der heqê pêvajoya entegrekirina milîtanan a di hundirê pergala tendristiyê da jî agahî da û got ku 2 hezar û 700 mensûbên FARCê ku di navê da dayîkên hemle û yên ku dergûşên wan hene, ji xizmetên tenduristiyê sûdê werdigirin û herwiha 6 hezar û 200 milîtan jî li pergalê hatine zêdekirin.
Santos di ziyareta xwe da hevpeyvîn da têlevîzyona FARCê û vê jî li welat dengekî mezin veda.
Serokê Dewletê Santos di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku ji bo destpêkeke nû wî seredan pêk aniye û herwiha bangî mensûbên FARCê kir ku bira vê firsenda aştiyê binirxînin.
Li qada bi xatirê çekan a La Carmelitayê ku Santos û heyeta bi pê ra hatinê, 438 milîtanên FARCê hene.
Peymana aştiyê di navbera Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos û Serokê Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) Rodrîgo Londono de 24 çiriya paşîn a 2016an li Kubayê hatibû îmzekirin.
Di navbera hikûmet û FARCê da hevdîtinên aştiyê ku dawî li şerê 52 salî anîn di Cotmeha 2012an da li Havanaya paytextê Kubayê dest pê kiribû û hatibû îmzekirin. Peymana aştiyê ya dawî li şerê ku 220 hezar kes tê da mirin anî, 2yê Cotmehê bi referandûma ku hat kirin bi rêjeya ji sedî 50,2 hatibû redkirin.
Li Kolombiyayê ji 1964an vir va di navbera FARC û hikûmetê da şerê navxweyî didome û tê diyarkirin ku di van pevçûnan da nêzîkî 250 hezar kesî mirine û 6 milyon kes jî bûne koçber.