Elif Orhan
25 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2018
ANKARA
Endamekî malbata Kaşikçi ji çapemeniya Amerîkayê re axivî û piştrast kir ku çend meh berê destûr nehat dayîn ku Salah bîn Cemal Kaşikçiyê cot welatiyê Amerîka-Siûdî ji Erebistana Siûdî veqete lê ew îro ji Riyadê çû.
Dîrektora Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn a Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan Sarah Leah Whîtson got ku "Ji bo guherînê xebereke baş e. Salahê kurê Cemal Kaşikçi û malbata wî ji Riyadê veqetiyan û tên Amerîkayê. Qedexeya sehayatê hat rakirin. Salah rastî silavdayîna xeddarane û ecêb a Mihemed bîn Selman (MBS) hat û ev yek gelekî xirab e"
Hat gotin ku Kaşikçi dê biçe li ba mensûbên malbatê yên din ên ku li eyaleta Vîrgînîayê dijîn.