İbrahim Atmaca
26 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2017
BITLÎS
Li Xelata navçeya Bidlîsê li Goristana Meydanê ya Selçûqiyan 8 hezar û 200 kêlik û neqşên li ser wan hindik ma bikevin lîsteya esil a Mîrata Çanda Dinyayê ya UNESCOyê.
Ji Ûrartûyan bigre heta Osmaniyan gelek şaristanî li Xelata navçeya Bidlîsê mane û şopa wan li navçeyê heye. Navçe ji ber vê kevneşopiya xwe ya dîrokî ji bo tûrîzmê girîng e û bi berhemên xwe yên dîrokî va dertê pêş.
Xelat ji bo tirkan deriyê Anadoluyê ye û wek "tapiya Anadoluyê" tê zanîn. Tûrîstên ku navçeyê ziyaret dikin, rastî dîrokeke qedîm tên.
- Xelat li dinyayê ji sê "Qubeyên Îslamê" yek e û bi berhemên xwe yên dîrokî va dişibe muzeyeke servekirî. 8 hezar û 200 kêlik û neqşên li ser kêlikên Goristana Meydanê ya Selçûqiyan û Kela Qeraxê û qubik bala ziyaretvanan dikêşin.
Xebata ku Wezareta Çand û Tûrîzmê da destpêkirin ku Goristana Meydanê ya Selçûqiyan ji lîsteya berwext a Mîrata Çanda Dinyayê ya UNESCOyê derkeve û têkeve lîsteya esil, dewam dike.
Midûrê Bajêr ê Çand û Tûrîzmê Ramazan Gencan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Goristana Meydanê ya Selçûqiyan ku li ser 220 donimî ye; 8 hezar û 200 gorên bikêlik ên wekî sandoqan hatin dîtin.