Çelîk ji bo 6ê gulanê ya Roja Xidirîlyasê peyamek weşand û di peyama xwe de wiha got: "Xidirîlyas ji bo gelê me yê ku li Anadoluya warê şaristaniyê dijîn, çanda piranîparêziyê bi xweşbîniyê ve ava bike kevneşopek e. Xidirîlyas tenduristî, qismet, bereket û dermanê derdan e."
Çelîk di peyamê de wiha dewam kir:
"Xidirîlyas xwedî dîrokeke qedîm e û perçeyekî girîng a çanda me ye. Wek nirxên me yên din di civaka me de biratî û xweşbîniyê ava dike û hêza me xurttir dike. Bi vê wesîleyê ez dixwazim car din bibêjim ku em ê hêza xwe ya çandê ya rihê dewletê ji duh heta îro, ji îro heta sibê biparêzin. Dema em vê bikin jî em ê dewlemendiya çanda xwe ji nêrînên teng derxin. Çanda me dibêje ku kî bê li derê we, wî wek Xizir bihesibînin û bê pirs alîkariya wî bikin. Em niha amadahiya xwe dikin ku vê çanda xwe bi mirovahiyê ve parve bikin. Xidirîlyas ji bo ku Lîsteya Temsîlî ya Mîrasê Neşênber ên Mirovahiyê ya UNESCOyê de cih bigre hat pêşkêşkirin. Em benda mizgîniyê ne. Ez bi vê daxwaz û diayan hêvî dikim ku aştî bê dinyayê û aramî çêbibe. Ez Roja Xidirîlyas a hemû gelên ku xwedî vê çandê ne pîroz dikim."