Abdullah Tel
26 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2017
DIYARBAKIR
Midûriyeta Muzeyê ya Diyarbekirê di mijara berhemên dîrokî da ji bo ku xwendekar serwext bibin "Projeya Periya Îlhamê" kir rewacê.
Di çarçoveya projeyê da xwendekarên dibistana navîn 4 rojên hefteyê her carê du kom diçin muzeyê.
Arkeologên li muzeyê wezifedar in der heqê berhemên dîrokî yên li wir in da agahiyê didin xwendekaran. Xwendekarên di mijara berhemên dîrokî da serwext dibin li wir lîstikên "sê berik" û "neh berik" ên êdî pirê kesan pê nizanin, dileyîzin.
Piştî lîstikê xwendekar diçin qada li Parka Amîdayê ya Muzeya Diyarbekirê û li berhemên arkeologan li wê derê veşartibûn digerin. Xwendekar bi amûrên arkeolog li berhemên dîrokî digerin va li qadê dikolin û bi rêveberî û agahdarkirina arkeologan va berhemên veşarî derdixin.
Midûrê Muzeyê yê Diyarbekirê Vehbî Yurt daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew bi vê projeyê va dixwazin dîroka Tirkiyeyê û bajêr hînî xwendekaran bikin.
Xwendekarên ji bo serwextbûnê hatin muzeyê diyar kirin ku wan gelek berhemên dîrokî dîtin û di vê mijarê da serwext bûn.