Hülya Ömür Uylaş
11 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2023
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek ji bo hin ziyaretan wê sibê here Erebistana Siûdî.
Seroka Banqeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (TCMB) Hafîze Gaye Erkan jî wê bi Wezîr Şîmşek ra here.
Şîmşek û Erkan wê cara ewil bi hev ra herin dervayî welêt û ew ê li wir hin civînan bikin.
Wezîr Şîmşek wê bi Wezîrê Darayiyê Mihemed el Cedan ra hevdîtinê bike û piştî ziyaretên xwe yên din jî biqedîne ew ê di 13yê Tîrmehê da vegere Tirkiyeyê.