ANKARA
Memur-Senê diyar kir ku li Tirkiyê malbateke ji 4 kesan pêk tê ji bo ku qûtên xwe yên sereke bistînin divê hezar û 150 lîra 949 qurişan xerc bikin.
Ev jî sînorê birçîbûnê ye. Ji bo aboriya xwe ya herî hindik jî divê 3 hezar 156 lîra 300 quriş xerc bikin. Ev jî dibe sînorê feqîriyê.
Li gor lêkolîna Memur-Senê ya Sînorê Feqîrî û Birçîbûnê tiştên xwarinê li gor hezîrana par îsal sedî 0.66 zêde bû.