ANKARA - Ata Ufuk Şeker / İbrahim Yılmaz
Yekîtiya Ewropayê 5 salên xwe yên dawî bi pirsgirêka deynên kamûyê û zirara budçeyê derbas kir. YE her çiqas hewl bide xwe ku vê pirsgirekê ji holê rake jî dîsa ji bandora qeyrana aboriyê xelas nabe.
Tirkiye di demên berê de ji ber bêkariyê karker dişande Ewropayê lê niha ev rewş guherî. Li gor daneyan ji meha gulanê vir ve li Yekîtiya Ewropayê ya ku ji 28 endaman pêk tê, rêjeya bêkariyê ji sedî 10.9 zêde bû. Li Tirkiyê ev rêje ji sedî 10.1 e. Li Herêma Ewroyê ya ku ji 17 endaman pêk tê jî rêje ji sedî 12.1 e.
Li gor daneya Saziya Îstatîkî ya Tirkiyê (TÜİK) ji dawiya meha 2012an vir ve Tirkiye li gor 15 welatên Ewropayê ji hêla bêkariyê ve baştir e.
Di Yekîtiya Ewropayê de bêkariya herî zêde ji sedî 26.8 li Yûnanistanê ye. Ya herî kêm jî ji sedî 4.9 li Avûsturyayê ye.
Ji hêla bêkariya ciwanan jî nîveka Yêkitiya Ewropayê ji sedî 23.2 ye. Li Yûnanistanê rêjeya ciwanên bêkar ji sedî 59.2 ye. Li Tirkiyê ev rêje ji sedî 18.7 e.