Herekata Kaniya Aştiyê

Ji Tirkiyeyê ji welatên Ewropayê ra hişyariya PKKyê

"Em ji welatên eleqedar dixwazin ji bo ku can û malê xebatkarên me yên li nûnertiyan, welatiyên me û personelên me bê parastin, zirar negîhîje berjewendiyên Tirkan bila tevdîr bên zêdekirin û hesas bê tevgerîn."

16.10.2019 - Rojanekırın : 17.10.2019
Ji Tirkiyeyê ji welatên Ewropayê ra hişyariya PKKyê

Ankara

 Wezareta Karên Derva destnîşan kir li welatên Ewropayê xwepêşandanên PKKyê yên zext û zordarî tê da hene didomin û got em ji van dewletan dixwazin ku ji bo parastina nûnertî, welatî û berjewendiyên Tirkiyeyê tevdîr bên zêdekirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva da hat gotin Herekata Kaniya Aştiyê ya ku armanca wê ew e ku korîdora terorê ya dixwazin li ser sînorê başûr ê Tirkiyeyê ava bikin ji holê bê rakirin û li herêmê aştî û aramî bê pêkanîn hat destpêkirin, piştî herekatê li welatên Ewropayê xwepêşandanên PKKyê yên zext û zordarî tê da hene didomin.

Hat gotin her çiqas ji rayedarên van welatan ra hişyarî hatibe dayîn jî ev xwepêşandan hê dewam dikin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Li hemberî êrîşên terorê yên dijî kargeh û malên Tirkan, mizgeft, nûnertî û xebatkarên nûnertiyê bêdengmayîn nabe. Em ji welatên eleqedar dixwazin ji bo ku can û malê xebatkarên me yên li nûnertiyan, welatiyên me û personelên me bê parastin, zirar negîhîje berjewendiyên Tirkan bila tevdîr bên zêdekirin û hesas bê tevgerîn. Divê bê zanîn ku ji bo êrîşkar bên tespîtkirin, derkevin li ber edaletê û bên cezakirin emê wan bişopînin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın