ANKARA
Arinç ewilî der barê leşkeriya bidovîz de axivî û got: "Bi biryarnameya ku hat îmzekirin, me berdêla leşkeriya bi dovîz ji 10 hezar ewroyî daxist 6 hezar ewroyî. Ev biryarname îro, sibê yan jî di rojên pêş me de, dê bê weşandin. Ev biryar bi taybetî birayên me yên ku li derveyî welêt û yên ku di vê rewşê de ne eleqedar dike. Me ev biryar li ser daxwaza wan sitend. Weke ku hûn jî dizanin leşkeriya bidovîz ji 5 hezar û 112 ewroyî derket 10 hezar ewroyî. Ev jî bû sedema pirsgirekên civakî û derûnî, li ser vê jî em çend meh li serê xebitin û me ji 10 hezar ewroyî daxist 6 hezar ewroyî."
Berdevkê Hikûmetê Arinç ji bo mehaniya mixtaran jî wiha pê de çû: "Îro, bi biryarnameyekê mehaniya mixtarên tax û gundan hema bêjin ji sedî sed me zêde kir. Daxwaza mixtarên tax û gundan jî bi salane ev bû û li benda vê biryarê bûn. Mehaniya wan ji sedî sed zêde bû"
Di civînê de biryarnameyek ku cotkaran jî eleqedar dike hat qebûlkirin. Arinç ji bo vê jî got: "Biryarnameyeke ku 100 hezar cotkarên li 55 bajarî eleqedar dike jî hat çêkirin. Ji bo destekdayînê dê 200 milyon lîra, li cotkaran bê belavkirin. Cotkarên ku beriya 2011an hilberîn kiribûn, zad û berên xwe firotibûn saziyan û ji ber bêrêtiyên fatûreyan pereyên wan nehatibû dayîn. Bi vê biryarê ew ê dîsa pereyên destekê bistînin. Deynê cotkarên ku ji SGKyê re di sala 1997 û1999an de jî heye wê ji aliyê dewletê ve bê dayîn."