Li Sêrtê mixtarê gundê Baggozeyê Mustafa Turhan bi çekan ve hat kuştin, lê jina wî Sabîha Turhan ji hêla gundiyan ve wek mixtar hat hilbijartin.
Li gundê Baggozeyê piştî ku mixtar Mustafa Turhan (43) hat kuştin, gundiyan jina wî re teklîf birin ku ew bibe mixtar.
Sabîha Turhana (42) dayika 8 zarokan ev teklîf qebûl kir û li gund bi 443 rayan ve bû mixtar.
Turhan ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku mêrê wê dixwest ku avê bîne gund û wiha axivî: "Xeyalên mêrê min nîvco man û ez dixwazim wan pêk bînim. Ez ê hewl bidim ku av bê gundê me, dibistana navîn û lîse bê çêkirin."
Turhan got ku daxwaza wê ya tekane ew e ku kujerên mêrê wê bê dîtin.
- "Li Sêrtê tekane mixtara jin diyamin e"
Kurê Sabîha Turhan Halît Turhan jî ji ber mixtariya diya xwe kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha axivî: "Bi hilbijartina diya min ve gundiyan xwest ku peyamekî bidin kujeran û haya me ji vê tevgerê heye. Li Sêrtê tekane mixtara jin diyamin e. Ez û diya xwe em ê xizmetên bavên xwe yên ku dixwest bike, bikin. Daxwaza me ji dewleta me ew e ku kujer bi lez bên dîtin û bên darizandin."
- Kuştina mixtar
Li Eruha navçeya Sêrtê mixtarê gundê Baggozeyê Mustafa Turhan di 29ê nîsanê de li Yiginliya mezraya girêdayî Yokuşbaglarê kuştî hat dîtin.
Xalê wî Osman Oguz (83) dema xebera mirina xwarziyê xwe bihîst reviyabû ku here cihê bûyerê, lê di rê de erdê ketibû. Ew rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê, lê ew li nexweşxaneyê miribû.
Der barê bûyerê de Abdulkerîm E. hatibû girtin, der barê du kesên din ên ku sûcê wan heye de jî biryara girtinê hatibû dayîn.