Li Meletiyê wesayîtek û qamyonek li hev qelibîn. Di qezayê de 2 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Wesayîta ku şofêrê wê Muzaffer Dursun û plaqeya wê 02 KK 461 bû li ser rêya Meletî û Qeyseriyê bi qamyoneta ku şofêrê wê Mustafa karakaş û plaqeya wê 44 PE 367 bû ve li hev qelibî.
Di qezayê de şofêr Muzaffer Dursun û Îsmet Mutlu li cihê qezayê mirin.
Birîndar Mustafa Karakaş, Hayrettîn Hambay, Tamer Uçar, Mustafa, Nazlı û Ebru Karakuş rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê.
Hat ragihandin ku rewşa Tamer Uçar giran e.