Li Meletiyê du otomobîl li hev qelibîn, kesek mir û kesek jî birîndar bû

Malatya
Li Yeşîlyurta navçeya Meletiyê du otomobîl li hev qelibîn û di qezayê da kesek mir, kesek jî birîndar bû.
Otomobîla ku B.K. diajot û plaqeya wê 01 APG 061 e û otomobîla ku Mîraç Kizilkaya (33) diajot û plaqeya wê 44 AEJ 774 e, li Taxa Yakayê li hev qelibîn.
Li ser êxbarê ambulans, îtfaiye û polês sewqî cihê qezayê kirin.
B.K. û Mîraç Kizilkayayê ku di qezayê da birîndar bûn, bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê.
Kizilkaya li nexweşxaneyê digel midaxeleyê xelas nebû û mir.
Cinazeyê Kizilkaya rakirinê morga Saziya Tiba Edlî.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.