Tirkiye

Li Meletiyê agirê ku bi daristanê ket, hat temirandin

Okan Coşkun  | 19.08.2025 - Rojanekırın : 19.08.2025
Li Meletiyê agirê ku bi daristanê ket, hat temirandin

Malatya

 Li Doganyola navçeya Meletiyê agirê ku bi daristanê ket, hat temirandin.

Li Taxa Yalincayê ji ber sedemeke ku hê ne diyar e, agir bi daristanê ket.

Li ser êxbara kesên derdorê ekîbên îtfaiye, AFAD, DSÎ, Heyva Sor, UMKE, cendirme, polês û ekîbên Midûriya Dezgeha Daristanê ya Meletiyê sewqî herêmê kirin.

Li herêmê 3 firoke, 19 wesayîtên îtfaiye û saziyên qamûyê, 58 personel û 30 welatiyan di nêzî 8 saetan da agir paşê temirand.

Waliyê Meletiyê Seddar Yavuz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku agir hat temirandin û xebatên sarkirinê dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın