2015 ж. 26 қазан•Rojanekirin: 2015 ж. 27 қазан
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê bi mixtarên ku ji Afyonkarahîsar, Agri, Ankara, Antalya, Ardahan, Bayburt, Bîngol, Çanakkale, Îstanbul, Qers, Trabzon, Rîze û Şanlıurfa hatine re hat bal hev.
Erdogan anî ziman ku ev cara 13emîn e ku bi mixtaran re tê bal hev û wiha got: "Hema hema her roj em bi gel re tên bal hev û li ser meseleyên welêt û gel diaxivin. Hinek ji vê aciz dibin. Hûn çima aciz dibin ku Serokomar bi mixtar, karmend, karker, karsaz û hiqûqnasan re tê bal hev? Serokomarekî ku bi rasterast bi raya gel ve hatiye li ser wezîfeyê, her tim bi gel re hevdîtinê bike tiştekî normal e."
Serokomar Erdogan behsa bûyerên terorê kir û wiha dewam kir: "Herî zêde birayên min ên ku li herêmê dijîn bêşik zilma rêxistina terorê dîtin, herî zêde ew mirin, herî zêde wan zehmetî kişand. Çareseriya pirsgirêka terorê li ber van birayê min pirsgirêka herî mezin e. Ev jî ji çareseriya pirsgirêka terorê re derbas dibe. Ez niha dibêjim ku birayên min ên ku li herêmê dijîn divê li hember rêxistina terorê berteka xwe nîşan bidin. Heke ku em ê bimrin, em carekî bimrin, lê em wek mirovan bimrin."
- PKKyê li Şemdinliyê êrîşî nexweşxaneyê kir
Erdogan got ku PKKyê li Şemdînliya navçeya Hekariyê êrîşî nexweşxaneyê, qereqolê û dibistanên li der û dor kir û wiha axivî: "Me li Hekariyê balafirgehek çêkir, wê roja han gule barandin avahiyê termînalê. Ez dipirsim û bangî hemû birayên xwe yên kurd ên li herêmê dikim, yên ku dibêjin 'aştî', yên ku tên rojavayê û di axaftinên xwe de dibêjin 'aştî' gelo ne ew kesên ku li Şemdînliyê ev nexweşxane, qereqolên me, dibistanên me, mizgeftên me, ev balafirgeha me bombekirin. Tu yê ji alîyekî bibêjî 'aştî', lê aliyê din jî rêxistina terorê PKKyê ya ku tu pişta xwe didê ve li her dêrê terorê bikî. Ez bangî gelê herêmê û hemû gelê xwe dikim; hûnê di 1ê mijdarê de dersê nedî van kesên ku pişta xwe didin rêxistina terorê û tu yê kingê bidî? Gelbûn ev e, ev hewce dike."
Erdogan bal kişande girîngiya hilbijartina ku wê di 1ê sermawezê de çêbibe û wiha axivî: "Hilbijartina 1ê mijdarê pir girîng e. Li Tirkiyeyê di 7ê hezîranê da îstiqrar û ewlehî ket talûkeyê. Divê ev îstiqrar û ewlehî di 1ê sermawezê da cardin û xurtir were tesîskirin û dewam bike."
Serokomar Erdogan der barê tekoşîna terorê de jî wiha got: "Bila tu kes li bendê nebe ku em ê bikevin rehawetê, bila tu kes bendê nebe ku em ê navberê bidin vê. Armanc bi tenê 1ê mijdarê nîne. Piştî 1ê mijdarê jî li hember hemû rêxistinên terorê operasyonên me wê dewam bikin."
- "Rojava li ku ye?"
Erdogan behsa bûyerên li Sûriyeyê û pirsgirêka penaberan kir û wiha axivî: "Li Sûriyeyê 370 hezar kes hatin kuştin. Ka rojava li ku ye? Li Sûriyeyê 2 milyon û 200 hezar penaber, ji Iraqê jî 300 hezar kes hatin Tirkiyeyê û em mêvandariya wan dikin. Rojava çi dike? Rojava temaşe dike û ji me re dibêje 'hûn pir serkeftî ne, bi rastî jî hûn pir hewl didin û divê em alîkariya we bikin...' Temam lê hûn li kû ne? Em bi çanda ensarê ve mezin bûn, em mihaciriyê û ensartiyê jî dizanin. Ji ber ku em vê baş dizanin me deriyên xwe ji birayên xwe yên ji Sûriyeyê re û yên ji Iraqê re vekir. Me negot ku 'hûn çima tên, hûn ji kîjan mezheb û nijadê ne.' me deriyên xwe ji her kesî re vekir."