Aborî

"Me hewldanên spekulatîf berteref kirin"

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak: "Bi saya mekanîzmayên biryarên yên xurt, çalak û lez yên pergala Serokomariyê me van pêvajoyan berteref kirin."

Nihat Kavşut  | 08.11.2018 - Rojanekırın : 09.11.2018
"Me hewldanên spekulatîf berteref kirin"

Bursa

BURSA 

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak: "Bi saya mekanîzmayên biryarên yên xurt, çalak û lez yên pergala Serokomariyê me van pêvajoyan berteref kirin."

Albayrak li Odeya Ticaret û Pîşesaziyê ya Bursayê di bernameya "Gav Bi Gav Aborî"yê da axivî.

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak der barê hewldanên spekulatîf da wiha got: "Bi saya mekanîzmayên biryarên yên xurt, çalak û lez yên pergala Serokomariyê me van pêvajoyan berteref kirin."

Albayrak destnîşan kir li hember hewldanên dijî aboriya Tirkiyeyê, refaha gel û pereyê neteweyî di nav 2 mehan da welatê me tecrubeyeke mezin bi dest xist û got di vê demê da me tesîrên dijî aboriya me yeko yeko ji holê rakirin û em berdewam dikin.

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak balê kişand ser ferqa di navbera îdhalat û îxracatê da û wiha got: "Dema ez li reqamên mehên tebax, îlon û cotmehê mêze dikim li gor texmînên ewil xuya dike ku em ber bi bin 40 milyar dolarî va tên û vê yekê nîşan dide. Heke reqamên heta dawiya salê bi vî awayî dewam bike hevkêşeya carî wê surprîzeke mezin ra rûbirû bimîne. Ez hûrgiliyan nedim lê rewş ber bi awayekî baş, xurt û xweş va dimeşe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.