Aborî

Tirkiye findiqan îxracî 118 welatan dike

Di navbera rêbendan û cotmehê da ji Tirkiyeyê findiqê milyarek û 294 milyon û 259 hezar dolarî digre îxracî 118 welatan kirin

Haydar Şahin  | 10.11.2018 - Rojanekırın : 11.11.2018
Tirkiye findiqan îxracî 118 welatan dike

Trabzon

TRABZON

Di navbera rêbendan û cotmehê da ji Tirkiyeyê, bihayê milyarek û 294 milyon û 259 hezar dolarî findiq îxracî 118 welatan kirin.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji daneyên Yekîtiya Îxracatkarên Behra Reş a Rojhilat (DKİB) berhev kirin, di 10 mehên ewil ê îsal da 220 hezar û 193 ton findiq firotin 118 welatan.

Di vê heyamê da bi 316 milyon û 488 hezar dolarî herî zêde findiq îxracî Almanyayê kirin. Piştî Almanyayê bi 219 milyon û 350 hezar dolarî Îtalya û bi 85 milyon û 656 hezar dolarî Fransa ketin rêzên ewil ên îxracê.

Di navbera rêbendan û cotmehê da ji Trabzonê jî 82 hezar û 947 ton findiq îxracî 64 welatan kirin û pê 496 milyon dolar hat qezenckirin.

Ahmet Hamdî Gurdoganê Wekîlê Serokê Lijneya Rêveberiyê ya DKİBê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di îxracata findiqan da Trabzon di rêza ewil da cî digre û got, "Di nav 10 mehan da ji sedî 38ê findiqê ku ji welatê me hat îxrackirin ji Trabzonê hat şandin."

Gurdogan bal kişand ku findiq herî zêde di pîşesaziya çîloatayê da tê bikaranîn û wiha pê da çû: "Di îxracata findiqan da Ewropaya çîkolatayê zêde çêdike di rêza ewil da ye. Di van demên dawîn da îxracata Trabzonê dişînin welatên Rojhilata Dûr jî zêde bû."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın